Antifa
Efsane û Rastî
Ji kîsê dewletê pereyên ji bo Antifayê
Antifaşîst li Elmanyayê û tevahiya dinyayê li dijî faşîzmê û nijadperestiyê têdikoşin, li kolanan, li wargehên penaberan, li taxên koçber li wan pirr in, li parlamenê û di înternetê de mafên me yên sereke diparêzin. Pirraniyan antifaşîstan vê berpirsiyariya pirr muhim bi dilxwazî dikin. Ev yek helbet li Saksonyayê jî lê ye. Gava mirov behsa Saksonyayê dike, li Elmanyayê pêşî êrişên nijadperest û çalakiyên neyarên biyaniyan tên bîra her kesî. Herçî siyaset e, li şûna ku projeyên demokrasî, perwerde, çandê û warên jêreçandan ji esas ve xurt bike, ev bi dehan salan e ku budceyên wan dibirre.
Pêdiviya Saksonyayê bi Antifayê heye, û pêdiviya Antifayê jî bi pereyan heye. Ji ber vê jî me bi xwe destê xwe bi vî karî kir.
Me sûd ji kîsê dewletê girt û 10.000 euro bi dest xistin û ew dan Antifayê. Di hemberî vê de me 10 tiştên bi qîmet ên bi dest xistin ên ku dikarin 15’ê Tebaxê li pêşangeha bi navê Antifa – Efsane û Rastî (Antifa – Mythos & Wahrheit) bên dîtin.
-
01/10
Ereboka Marketê
Leipzig, 2020, Alumînyûm û karton, Hunermend nediyar e
Ereboka marketê ya dişewite ya şeva sersalê li Connewitza Leipzigê, bi carekê bû sembola şideta tundrawiya çepgir. Ya rastî, ew semboleke sûdwergirtina siyasî, ragihandina felaketwarî ya meqamên dewletê û stereotîpên ji bo Antifa ye.
-
02/10
Qaseya ŞûŞeyên bîrayê
Gava ku Hezîrana 2019’an 600 neonazî ji bo Festîvala Şûr û Mertal a li Ostritzê civiyan, xelkê deverê ji supermarketên deverê tevahiya bîraya heyî kirrîn. Ji ber wê jî ji neonaziyan re bîra nema.
-
03/10
Gilîname
Em gilî dikin! Li sê Trîbûnalên NSU’yê “Tifaqa Çalakiyan a Tevna NSU’yê ji hev de bixin!” tevî mexdûrên terora NSU’yê û şideta nijadperest bi awayekî li raya giştî vekirî giliyê 120 berpirsên Tevna NSU’yê kir.
-
04/10
Qutiya boyaxa spray
Bi qutiyeke boyaxa spray, jêbira ojeyê û şatûfkerekê, ev dapîra 75 salî Irmela Mensah-Schramm ji bêhtirî 30 salan û vir ve ew etîket û grafittiyên kîna rastgir jê dibe.
-
05/10
Telefona biaqil
Karê Antifayê karê lêkolînê ye. Antifa Zeckenbissê vîdeoyeke bi telefoneke biaqil girtî, online belav kir. Ev vîdeo di dema xwepêşandaneke naziyan a li Chemnitzê de nêçîra mirovan nîşan dide. Bi vê yekê tundrawê rastgir, serokê berê yê saziya parastina destûrê Hans-Georg Maaßen hat teqawîtkirin.
-
06/10
Rozet
Bi vê rozetê, Martina Renner (parlamentera federal a DIE LINKE) di Meclîsa Federal de li antîfaşîzma xwe mikur hat. Gava wê malavahiya Antifayê kir, ji ber ku “rûmeta meclisê derb pê xwariye” ew hat hişyarkirin.
-
07/10
Ala
Herêma xweser Rojava hewldana civakeke azadîxwaz, birêxistinkirî û demokrasiya li bingehê civakê ye. Lê belê Kurdên angaje, li Elmanyayê ji ber karê xwe yê siyasî dikevin ber zexteke dijwar.
-
08/10
Qerase
Gava ku êrişî parlamenterê federal Frank Magnitz hati kirin, wî ji nexweşxaneyê wêneyekî birînên xwe belav kir û behsa êrişeke kuştinê bi qeraseyekî kir. Li seranserê Elmanyaya Federal li ser sideta çepgir hat kirin – lê belê ew qerase bi derewan hatibû çêkirin.
-
09/10
Amblem
Amblema Çalakiya Antîfaşîst ya îro roj sembola herî zêde tê bikaranîn a çepgiran û îkoneke navneteweyî ya têkoşîna antîfaşîst e.
-
10/10
Pankart
Ji be vê pankartê li ser nivîsandî “Faşîzm ne fikrek e” statuya lixêracivakêbûna “Yekîtiya mexdûrên rejîma nazî – Tifaqa Antîfaşîstan (VVN-BdA)” hat betalkirin.
-
11/10
Vîtrîna te
Tiştên soberiyê yên Alexander Gauland bi te re ne? Pastêyên tu bavêjê rastgiran li B96’ê hene? Şerê Graffiti bi polîsê Hamburgê re? Me vîtrînek ji bo te veqetandiye! Bi Çalakiya antîfaşîst, 1.000 €’yî ji kîsê dewleta Elman qezenc bike!
Pêdiviya Saksonyayê bi Antifayê heye, û pêdiviya Antifayê jî bi pereyan heye
Pêşangeha Antifa – Efsane û Rastî, li beramberî piçûkkirin û krîmînalîzekirina antîfaşîzmê, pirrengîbûn û bedewiya wê datîne. Çi qutiya boyaxa spray, gilîname, alaya YPJ’ê yan jî Ereboka marketê – her deh tişt behsa têkoşîna ji bo demokrasiyê û mafê mirovan, û şerê li dijî nijadperestiyê dikin. Wêneyê heqîqî yê antîfaşîzmê cihêrengî û heterojenî ye. “Ev Antifa” yan jî îdeala antîfaşîzmê nîne, lê belê gelek fikrên cihê hene ku qismî rikberê hev in. Antifa – Efsane û Rastî dehan ji van fikran bi tiştên di pêşangehê de tên nîşandan ên darîçav dide nasîn. Gava em behsa antîfaşîzmê dikin di heman demê de em timî behsa krîmînalîzekirina bi destê dewletê û zextan dikin. Bi qest û hedef, siyaset, polîs, îstîxbarat û çapemenî vê cihêrengiyê dadixin stereotîpekê, ew jî ya vandalên keviravêj e. Teoriya tundrawiyê, teoriya nalê û dijkomûnîzma CDU’yê ya di nava partiyê de Antifayê bi zor û dafan li ser heman zemînê neonaziyên zorker bi cih dikin. Dibe ku li Saksonyayê jî carekê erebeyek bişewite: Dîsa jî yên ku li dijî tevahiya tehlûkeyên nazî û nijadperest fikreke demokrasî û mafê mirovan diparêzin, antîfaşîst û antîrasîst in.
15.08.-25.10.20
Beşek ji festîvala “Gegenwarten | Presences”
Kunstsammlungen Chemnitz
Theaterplatz 1, 09111 Chemnitz
Bê pere ye

Tu dixwazî çapa taybet a Trîbunalên NSU’yê bikirrî? Yan jî tu dildarê karekî wiha yî ku tu tiştên pîroz ên Antifayê berhev dikî? Belkî jî niyeta te ew e ku tu bê berdêlekê destekê bidî antîfaşîstan. Naxwe, ev der cihê rast e ji bo te!
Em van her 10 tiştên ku 22’yê Tebaxê tên nîşandan, bi Mezata Antîfaşîst li Chemnitz Theaterplatzê difiroşin. Bername wê bi paneleke li xelkê vekirî bi beşdariya rojnamevan Stepahn Anpalagan, Kongreya Ciwanan a Antîfayê û Komeleya Xizmeta Civakî ya Koçberan a Chemnitzê AGUIA’yê dest pê bike. Piştre Irmela Mensah-Schramm, Bernd Langer, Tifaqa Çalakiyan ya Tevna NSU ji hev de bixin!, Tifaqa Antîfaşist VVN-BdA û Komeleya Meclîsa Jinê ya UTA (UTA Frauenrat e.V.) wê li ser tiştên ku ew nîşan didin, bipeyivin.
Heger hûn nikarin bên Chemnitzê jî, ev ne mesele ye! Di ser Ebayê re tu dikarî online ji bo tişta tu dixwazî teklîfeke ji bo mezatê bikî. Tevahiya bernameyê wê di ser înternetê re bê weşandin.
Dahata ji firotina bi mezatê wê ji Navenda Ciwanan a Alternatîf a Chemnitzê (AJZ Chemnitz) re biçe.