Ereboka Marketê

Resmên erebokeke marketekê weke nîşana pevçûnên şeva sersalê ya Connewitzê, di tevahiya çapemenî û medyaya Elman de belav bû û li seranserê Elmanyaya Federal minaqeşe li ser şideta çepgirên radîkal da destpêkirin. Daxuyaniyên Polîsê Leipzigê ev resm weke hawîrdora çepgirên ji kontrolêderketî bi nav kir. Gelek rojnameyan rahişte vê nûçeyê: Malpera nûçeyan TAG24’ê mesela manşeta “Chaoten wollten Polizisten töten (Anarşîstan xwest polîs bikujin)”. BILD’ê bi xwe nivîsî “Doktoran bi emeliyaeteke hewarê kir ku zilam nemire”. Siyasetvanên ji partiyan hemûyan li ser zêdebûna arîşeyê toqiyabûn. Wezîrê Karên Hundir ê federal Seehofer behsa “şideta mirovan piçûk dibîne” kir, serokwezîrê eyaleta Saksonyayê ji ber “terora çepgir” û serokê Sendîkeya Polîsan Rainer Wendt bi xwe, ji ber RAF’eke nû hişyar kir.

Lê ev zivêrbûn û hêrsrabûna hanê hemûyî, xwe dispart delîlên şikestî, hevnegirtî. Vîdeoyên wisa derketin holê ku aliyên sereke yên îdîaya polîsan pûç dikirin: Ne ereboka marketê ya dişewitî avêtibûn ser yekîneya polîsan, ne jî ji serê polîsan kaskên wan hatibûn kirin. Nexweşxaneyê jî îdîa red kir: Li polîsê ku qaşo giran birîndar bûbû û bi emeliyateke hewarê hatibû xilaskirin, tenê bi tevizandina cihî destwerdaneke tibî ya piçûk lê hatibû kirin.

Lê belê hingê, ji mêj ve rojnameyan bi manşetên xwe yên sansasyonel hukmê xwe dabû û siyasetvanan jî keysa xwe lê anîbû û bi axaftinên bi tesîr li qîmetê xwe zêde kiribû.

Bi ji nû ve avakirina derdoreke radîkal a çepgir a milîtan, minaqeşeya li ser stratejiya (bibinketî ya) destwerdan û nermkirina arîşeyan a polîs jî hat astengkirin.

Qaseya ŞûŞeyên bîrayê

Tenê li eyaleta Saksonyayê sala 2018’an bêhtirî 49 konserên neonaziyan hatin lidarxistin. Hezîrana 2019’an neonazî li bajarê rojhilatê Saksonyayê Ostritzê ji bo festîvala neonazian a çaran a bi navê Schild und Schwert (Mertal û Şûr) hatin cem hev. Lê belê wan hesabê 2.300 kesên ji Ostritzê nekiribû. Dadgeha îdarî ya Dresdenê alkol di festîvalê de qedexe kir, polîs jî destdanî ser stoka bîrayê ya organîzatorê NPD’ê Thorsten Heise. Lê mesele bi vê tenê jî nema. Tişta ku wan pê nedizanî: Xelkê Ostritzê tevî Internationalen Begegnungszentrum St. Marienthal (Navenda civana navneteweyî ya St. Marienthalê) bê hedan û westan stokên bîrayê ji marketan kirrîn. Neonazî bi maneya xeberê, hişk û ziwa li ser qûna xwe rûniştin.

Kampanyaya Ji Naziyan re Bîra Nîne xwepêşandaneke dijber a xweber bû weke beşek ji Cejna Aştiyê ya Ostritzê ya bi xwepêşandan, çalakiyên dijberê naziyan, konser û çalakiyên hunerî û tevî qederê 1000 beşadaran pêk tê. Ji sala 2018’an ve xelkê Ostritzê di Cejna Aştiyê de angaje ne da ku nimûneyekê ji bo demokrasiyê û li dijî rastgiriya tundraw çêkin.

Kanûna 2019’an Cejna Aştiyê ya Otritzê bi Xeleta taybet ya Deutschen Engagementspreis (Xelata angajmanê ya Elman) xelat kir. Kampanyaya wê ya bi navê Ji Naziyan re Bîra Nîne di kategoriya “Fikra/Kampanyaya herî zêde kela canî radike” de ji bo Xelata ji bo Çanda Pop weke namzet hat nîşandan.

Qaseya şûşeyên bîrayê ya li vir bi mezatê wê bê firotin, xelkê Ostritzê sembolîk daye me.

Gilîname

Em gunehbar dikin! Li sê dadgehan Tifaqa çalakiyan a NSU-Komplex auflösen (Tevna NSU’yê ji hev de bixin)! tevî mexdûrên terora NSU’yê û terora nijadperest bi awayekî li raya giştî vekirî giliyê 120 berpirsên tevna NSU’yê kir. Weke gilînameya dijberê gotara dewletê, wan dewamî û misêwabûna nîjadperestiyê li Elmanyayê eşkere nîşan dida. Ev çapa bi berg, cara yekê ye ku her sê gilînameyên dadgeha NSU’yê dihewîne (2017 Köln, 2018 Mannheim, 2019 Chemnitz/Zwickau).

Doza NSU’yê diyar e ku di dehsala bihurî de doza ceza ya siyasî ya herî muhim bû li Elmanyayê. Gava belgeyên parçekirî û raporên li xelkê girtî yên Saziya Parastina Destûra Bingehîn (Îstîxbarata Hundir a Elman),  bîrokebûnên mezin û bi awayekî eşkere derewên memûran doz diyar dikir, fikra dadgeheke (Trîbunaleke) dijber derkete holê. Li navenda hersê dadgehan jî mexdûrên şideta nijadperest û nazîst hebûn.  Pisporên wan ên ji nava koçberan-zanîna wan a li ser nijadperestiyê, tecrûbeyên wan, êş û têkoşînên wan xuya bûn û hatin bihîstin. Bi salan ew bi pêşhukmên nijadperest bi destê siyasetê, polîs, îstîxbarata hundir, sîstema hiqûqê û çapemeniyê weke sûcdar hatin krîmînalîzekirin. Xelkê kolana Keupstraße ya Kolnê (sala 2004’an êrişa bi bombeya bizmaran a NSU’yê) ev demxekirina hanê weke “Bombeya piştî bombeyê” bi nav kir.

Îroroj jî “NSU weke tevna hevaldoşkan” dewam dike. Hukmê ku di doza fermî ya NSU’yê de hatî dayîn weke wêrekkirina neonaziyan e da ku ew jî mîna NSU’yê bikin, jixwe êri,sên terorîst ên li Halle û Hanauyê, kuştina Walter Lübcke û  Arkan Hussein Kh. yê 15 salî, û e-mailên gefxwarinê yên “NSU 2.0” jî eşkere nîşan didin. Daxwaza ji bo  Ji naziyan şûştina saziyan bi banga “Bi dawî nekin” ji her demê aktueltir e.

Tifaqê sala 2017’an  Xelata Antonio-Amadeu wergirt.

Qutiya boyaxa spray

Hunermenda hunerê kolanan (Street-Art) navê Polit-Putze li xwe dike. Di  Hewasa xwe ya avêtina rêxa Nazî de wê sala 2007’an bêhtirî 85.600 etîketên rastgiran û bi hezaran graffitiyên Naziyan li seranserê komara federal a Elmanyayê tine kirin. Ji bo angajmana xwe ya bi dehên salan a li dijî kîna li mekanên giştî ya ji salên 1980’yî ve wê gelek xelat girtin û di nava wan de xelata Aktiv für Demokratie und Toleranz (Çalak ji bo Demokrasî û Xweşbîniyê), Göttinger Friedenspreis (Xelata Aştiyê ya Gottingenê),  Xelata Silvio-Meier und  Xelata Jochen-Bock hene.

Zextên dewletê jî tam berevajî vê ne, û her û her dewletê zext lê kiriye. Bi giştî 18 dozên lêpirsînê li dijî Irmela Mensah-Schramm hatin destpêkirin. Di doza ceza ya sala 2016’an a li Berlînê de dozgerê digot, Mensah-Schramm “ne poşman e, îdrak nekiriye û fonksiyona wê ya bibe mînak nîne” û ji ber wê jî li dijî “hukmê zêde nerm” yê dadgehê, doz bire dadgeha temyîzê.

Par, tam di dema êrişa li Halle de  Dadgeha Sulhê ya Eisenachê cezayekî pereyan ê 1.050 euroyî bêyî tecîlkirinê lê birrî. Lewma, li ser graffitiyên kînê jî mirov binivîse û li ser wan bi sprayê boyax bike, ev jî weke zirarkirina li malî tê dîtin û ev yek dikeve ber taqîba edlî.

Bi vê qutiya boyaxa spray, wê sala 2017’an li Bautzenê ser graffitiyeke dijminê demokrasiyê, bi dilekî sor boyax kir, û polîseke di wir re dibihurî bi lez ji ber ku “wê sûc kiriye” giliyê wê kir.

Bi  pêşangeha xwe ya seyar a bi navê Hass vernichtet (Kîn tine dike) ew bêhtirî 400 caran li Elmanyayê geriya. Ji bo zarokên dibistanan ew workshopên afirîner çêdike û bi wan workshopan ew angajmana xwe ya xwebexş dide van zarokan.

Telefona biaqil

 27’ê Tebaxa 2018’an “Pro Chemnitz”ê li Chemnitzê miracaeta xwepêşandanekê kir.Li ser banga wê bêhtirî 6000 xwepêşandar civiyan, di nava wan de gelek xwepêşandêrên tundraw ên rastgir ên ji NPD, Der III. Weg, Die Rechte (Rastgir), derdora Hevaldoşkên rastgir, Pegida û tevgera nasnameyî hebûn.

Polîsê Saksonyayê yê hîç neamade, bi 600 polîsên wezîfedar, qet nekarî tiştekî bike. Naziyan silava Hitler nîşan dida, sloganên naziyan digotin û ji ber stratejiya şaş a destwerdanê ya polîs, wan karîbû êrişî mirovên ne spî (People of Color), rojnamevan û xwepêşandêrên dijber bikin. Wan her wiha êriş bire ser restoraneke cihuyan jî.

Naziyan bi xwe dîmenên yekê ji van nêçîrên kînê li dijî mirovan girtin û ji bo demeke kurt jî li ser înternetê online ev dîmen hatin weşandin; Antifa Zeckenbissê bi lêkolînên xwe karîbû vî dîmenî peyda bike û ew li ser Twitterê belav kirin. Wê kir ku di siyasetê de minaqeşeyeke gurr li ser peyva “nêçîrên kînê li dijî mirovan” dest pê bike. Wî zilamê ku li Elmanyayê diviyabû berpirsê têkoşîna li dijî tundrawiyê be li Elmanyayê, ev minaqeşe sabote kirin: Serokê hingê yê Saziya Federal a Parastina Destûra Bingehîn Hans-Georg Maaßen. Wî pêşî goman ji rastbûna vîdeoyê bir, paşê gomana wî ew bû ku Antifa Zeckenbiss bi qest agahiyên şaş belav dike, heta bi teoriyên komployê rêya xwe bir û eynî weke Serokwezîrê Saksonyayê Michael Kretschmer, tehlûkeya ji ber rastgiran kêm û piçûk nîşan da.

Hikûmeta federal li ser daxuyaniyên bi îxtîlaf ên Maaßen, pêşî bi Payebilindkirina wî weke musteşarê dewletê di Wezareta Karê Hundir a Federal de bersiv da, paşê jî bi wezîfedarkirina wî weke “Nûnerê taybet ji bo erkên Ewrûpî û navneteweyî”. Hê nû, di Cotmeha 2018’an de li ser protestoyeke berfireh a ji siyaset û civaka sivîl, Maaßen bi awayê demkî hat teqawîtkirin.

Rozet

26’ê Îlona 2019’an li Meclîsa Federal a Elman daxwaza AfD ya “Daketina bi qedexeyeke federal a Antifayê” bi sergermî hat minaqeşekirin.

Martina Renner (Endama Meclîsa Federal a DIE LINKE) di axaftina xwe de malavahiya “der Antifayê” kir ji bo karê wê yê daîmî û angajmana wê ya misêwa ya xwe “li gelek deveran li dijî bipêşveçûna rastgiriyê kirî bend”. Wê îşaret kir bi “rêûresma bêyom a silbûna ji siyaseta çepgir û wekhevnîşandana faşîzmê û antîfaşîzmê”. Weke nîşana malavahiya kirî jî wê bi jêra berstika sakoyê xwe ve rozeta Antifaschistischen Aktion (çalakiya Antîfaşîst) û ji bo vê jî hat hişyarkirin û gefa cezayê pere lê hat xwarin. Li gorî cîhgirê Serokê Meclîsa Federal a Elman Kubicki (FDP) bi rozeta Antifayê “rûmeta meclîsê derb xwaribû”. Beramberî vê, Uli Grötsch (SPD) heman rojê rozeta Eisernen Front (Bereyê Hesinî) bi xwe ve kiribû û ew nehat hişyarkirin. Kubicki hinceta xwe wiha îfade dike:

Hişyarkirina DIE LINKE, ji bo wê yekê bû da ku bike qerqeşûna nexasim AfD dibû sedem bi dawî bike – ev jî nîşaneke wêrekiyê dide rasgiran a kujer e.

Siyasetvanê CDU‘ê Christoph Bernstiel ji bo qedexekirina Antifayê got, “Hilbijartinên serokwezaretiyê yên Thüringenê di Cotmeha 2019’an de divê dawiyê li hukmê ‘sempatîzanên Antifayê’ (Koalîsyona Die LINKE, SPD û Die Grünen) bîne.

Ev daxwaza ku xwe disipêre dijberiya komunîzmê û teoriya nalê – li gorî vê teoriyê di nava civakê de di warê siyasî de du seriyên nalê li rastê û çepê tundraw in, ên mayî nerm -, di hilbijartinan de xwe da der. CDU, AfD û FDP bi dizî li hev kirin û Thomas Kemmerich (FDP) weke serokwezîr hilbijartin. Lê belê avêtina erdê ya destegulan, xwepêşandanan û protestoyên #Nichtmituns- Kein Pakt mit Faschist*innen: niemals und nirgendwo! (#Nebimere- tifaq bi faşîstan re nabe: ti carî û li ti cihî ! karî deriyê li tifaqa muhafezekar-tundrawên rastgir li Thüringenê dîsa dade. Mala te ava Antifa!

Martina Renner berdevka ji bo siyaseta antîfaşîst a koma Die LINKE di meclîsa federal de ye.

Ala

Xwerêveberiya cihî, demokrasiya yekser, wekheviya cinsan, peymana civakî, aboriya civakî û ekolojiya xwegir prensîpên sereke yên nivîsandî yên herêma xweser a Rojava ne ku sala 2012’an hat ragihandin. Di nava şerê navxweyî yê Sûriyê de miletên Kurd, Suryanî, Ereb û yên din tifaqa xwe çêkirin tevlî nav refên Yekîneyên Parastina Gel-YPG/Yekîneyên Parastina Jinê-YPJ’ê bûn û wan ji dewleta netewe, kapîtalîzm û baviksalariyê û wê de demokrasiyek ava kir. Tevgera jinê ya Kurd û yekîneyên jinan ên femînîst YPJ’ê di vê modela civakî ya radîkal demokratîk a çepgir de bi dewreke navendî radibin.

Bi awayekî ku bi hişkî nakok be bi vê rewşê re, ji bo angajmana wan Li Elmanyayê zexteke mezin li Kurdan tê kirin: Lêgerînên malan, qedexeyên xwepêşandanan, cezayên hepsê. Nîşandan sembolên siyasî dikare bibe sedema dozeke ceza û ji sala 2017’an ve alaya YPJ’ê jî dikeve ber vê qedexeyê.

Sala 2019’an bi biryareke bi nakok Weşanxaneya Mezopotamyayê ya Kurdan hat qedexekirin û pê re jî yek ji mezintirîn arşîvên wêje û muzîka Kurdî jî hat desteserkirin. Wezareta Karên Hundir a Federal timî û dîsa dide dûv siyaseta Kurd a otorîter a hikûmeta Erdogan, di heman demê de îxracata sîlehên Elman ber bi Tirkiyeyê ve şerê li dijî Kurdan gur dike.

Ev alaya li vir tê nîşandan ji komeleya UTA Frauenrat e.V. tê. Tevî ku komele tenê karê hunerî û çandî jî dike, Saziya Parastina Destûrê wê dişopîne û ji ber vê jî sala 2019’an wê statuya xwe ya li xêra amê ji dest da.

Qerase

Çileyê 2019’an sê failên rûnixumandî êriş birin ser siyasetvanê AfD’ê yê Bremenê, Frank Magnitz. Ew hê li nexweşxaneyê bû wî hişt ku çapemenî wêneyên birîna wî ya bixwîn bigire û hevpeyvîn kirin. Koma AfD’ê ya di Parlamena Bremenê de êriş weke “êrişa kukştinê” bi destê çepgiran bi nav kir; wê ev yek bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi lez hatî dayîn û dramatîk xemilandî kir: “Bi qeraseyekî lêdan heta ku ji ser hişê xwe çû û gava ew li erdê jî bû hê jî pê li serê wî dikirin.”

Piştî wî li tevahiya Elmanyaya Federal li ser şideta çepgir minaqeşe hatin kirin. Hikûmeta federal û siyasetvanên tevahiya partiyên hilbijartî êriş rûreş kirin. AfD keysa xwe lê anî da ku derewan bike : “Ne tenê DIE LINKE, lê belê SPD û Die Grünen jî pişta Antifa û êrişên wê digirin.” Gauland behsa “Kîndarî û lidervehiştina AfD’ê” kir û Andreas Kalbitz behsa “hewaya komkujiyên plankirî” kir.

Lê belê gava vîdeoyên kamerayên çavdêriyê derketin holê, derewên AfD’yê jî lê eşkere bûn: ya rastî ji piştê ve dafek li Magnitz hatibû xistin, gava ketî jî serê wî li erdê ket, paşê jî erişkar ji wir direvin. Ne qerase, ne pehîn û ne jî çepgir nînin. Ti carî derneket holê ka êrişkar kî bûn. Dozger got, “bi hizira me tevahiya birînan ji ber ketina erdê ne”. Çend hefteyan paşê nameyeke Magnitz a di nava AFD’ê de derkete holê, tê de ew dibêje, ji ber sedemên stratejîk wî wêneyên brîna serê xwe weşandiye da ku “mexdûrbûna di çapemeniyê de çêke”.

Me ji bo qeraseyê bi derewan 1.000 € dan Flüchtlingsinitiaitve Bremen e.V. (Komeleya Înîsiyatîfa Penaberan a Bremenê). Înîsiyatîf ji bo birbîranîn û zelalkirina kuştina Laya-Alama Condé di nezareta polîs de dixebite. Êrişî Magnitz hat kirin gava ku ew ji yekê ji çalakiyên wê yên bibîranînê diçû malê.

Amblem

Amblema Çalakiya Antîfaşîst ya îro roj sembola herî zêde tê bikaranîn a çepgiran û îkoneke navneteweyî ya têkoşîna antîfaşîst e. Di salên 1980’yê de hunermendê Antifayê Bernd Langer ew sêwirand; wî sala 1988’an înîsiyatîfa siyaseta çandî Kunst und Kampf (KuK) damezrand.

Amblem bi xwe jî weke tevgera antîfaşîst li elmanyayê heta bi salên 1920’an diçe. Sala 1932’yan grafîkerên Bauhausê Max Gebhardt û Max Keilson ew ji bo KPD’ê (Partiya Komunîst a Elman) sêwirand. Dîzayn (“xeleka sor a rizgariyê”  tevî du alayên sor ji bo SPD û KPD’ê) diviyabû bihevrebûna herdu partiyan di têkoşîna li dijî faşîzmê NSDAP û Hîtler nîşan bide. Lê belê teza sosyalfaşîzmê ya komînternan ev têkoşîna hevpar sabote kir, bi wê yekê ku wê heta 1935’an di heman demê de hewl da şerê sosyal demokrasiya kapîtalîst jî bike.

Piştî salên 1970’yî li BRD’ya berê di şerê li dijî neonazîzmê de gelek komên Antifayê yên xweser û anarşîst hatin damezrandin, û wan bi awayekî hişk xwe ji KPD’ê û SED’ê dûr dikir û digot, ew bê dogma ne. Di van qewmînan de êdî amblema sala 1932’yan êdî kevin bû, Semboleke li gorî vî çaxî ya ku wê têkoşînên antîfaşîst hemûyan bihewîne, kêm bû. Bernd Langer sembola “Antîfaşîzma nû” ya salên 1932’yan bi wê yekê ku wî fikrên xweser û anarşîst (alaya reş) danî cem fikrên komunîst (alaya sor).

Îro roj ev amblem weke îkoneke navneteweyî ya têkoşîna antîfaşîst, antîkapîtalîst û milîtan e, bi tevahiya pirrengîbûna xwe bi awayekî îkonwarî ji hingê ve ew di bêhejmar variyantan de hat şirovekirin.

Pankart

Yekîtiya mexdûrên rejîma nazî – Tifaqa Antîfaşîstan (VVN-BdA) li Elmanyayê rêxistina herî kevin a antîfaşîst in. Sala 1947’an saxfilitiyên ji NS’ê, dijberên rejîma NS (Nasyonal Sosyalîzm) û şervanên berxwedanê ev tifaq ava kirin. Nîşana fermî ya tifaqê Quncika Sor e, deqkirina girtiyên siyasî bi destê NS’ê li Kampên Konzentrasyonê. Ji damezrandina xwe ve VVN-BdA bi awayekî çalak têdikoşé li dijî rehabîlîtasyon û hebûna naziyên “berê” di saziyên dewletê, di dadgeriyê û siyasetê de. Ji 63 salan û vir ve ew angaje bû li dijî ji nû ve  xurtbûna neonazîzmê û di karê xwe yê dewamî de bibîranîna hişyarker a Holocaustê di bîra kolektîf de li ser xwe dihêle. Karê bîrewerkirinê li ser struktur û çalakiyên rastgir wê dike yek ji aktorên muhim ên siyasî.

“Sonda Buchenwaldê” sembola wê ya berxwedanê ya herî girîng bû, komele hê zû ji ber nêzîkbûna xwe ya îdeolojîk a bi KPD û SED’ê kete ber çavdêriya meqamên Elmanyaya Rojava. Biryarnameya Adenauer ya sala 1950’î hat wergirtin yek ji zextên zû yên li dijî antîfaşîtan e. Ji çend salan û vir ve di rapora salane ya Saziya Parastina Destûrê ya Bayernê de behsa VVN-BdA tê kirin. Misêwabûna zextker xwe bi sinifandina weke tundraw a bi destê Saziyên Parastina Destûrê dide der û sala 2019’an Maliyeya Berlînê lixêracivakêbûna tifaqê betal kir. Weke sedemeke betalkirina lixêraamêbûnê pankarta Faşîzm ne fikrek e, lê belê sûcek e hat nîşan dan; wê ev yek weke binpêkirina azadiya fikr a destûra bingehîn wê diparêze, bi nav kir. Tevî rexneyeke dijwar a yekîtiyên cihûyan  û siyasetvanan jî dewlet li ser ya xwe ye.