Pankart

Yekîtiya mexdûrên rejîma nazî – Tifaqa Antîfaşîstan (VVN-BdA) li Elmanyayê rêxistina herî kevin a antîfaşîst in. Sala 1947’an saxfilitiyên ji NS’ê, dijberên rejîma NS (Nasyonal Sosyalîzm) û şervanên berxwedanê ev tifaq ava kirin. Nîşana fermî ya tifaqê Quncika Sor e, deqkirina girtiyên siyasî bi destê NS’ê li Kampên Konzentrasyonê. Ji damezrandina xwe ve VVN-BdA bi awayekî çalak têdikoşé li dijî rehabîlîtasyon û hebûna naziyên “berê” di saziyên dewletê, di dadgeriyê û siyasetê de. Ji 63 salan û vir ve ew angaje bû li dijî ji nû ve xurtbûna neonazîzmê û di karê xwe yê dewamî de bibîranîna hişyarker a Holocaustê di bîra kolektîf de li ser xwe dihêle. Karê bîrewerkirinê li ser struktur û çalakiyên rastgir wê dike yek ji aktorên muhim ên siyasî.
“Sonda Buchenwaldê” sembola wê ya berxwedanê ya herî girîng bû, komele hê zû ji ber nêzîkbûna xwe ya îdeolojîk a bi KPD û SED’ê kete ber çavdêriya meqamên Elmanyaya Rojava. Biryarnameya Adenauer ya sala 1950’î hat wergirtin yek ji zextên zû yên li dijî antîfaşîtan e. Ji çend salan û vir ve di rapora salane ya Saziya Parastina Destûrê ya Bayernê de behsa VVN-BdA tê kirin. Misêwabûna zextker xwe bi sinifandina weke tundraw a bi destê Saziyên Parastina Destûrê dide der û sala 2019’an Maliyeya Berlînê lixêracivakêbûna tifaqê betal kir. Weke sedemeke betalkirina lixêraamêbûnê pankarta Faşîzm ne fikrek e, lê belê sûcek e hat nîşan dan; wê ev yek weke binpêkirina azadiya fikr a destûra bingehîn wê diparêze, bi nav kir. Tevî rexneyeke dijwar a yekîtiyên cihûyan û siyasetvanan jî dewlet li ser ya xwe ye.