Amblem

Amblema Çalakiya Antîfaşîst ya îro roj sembola herî zêde tê bikaranîn a çepgiran û îkoneke navneteweyî ya têkoşîna antîfaşîst e. Di salên 1980’yê de hunermendê Antifayê Bernd Langer ew sêwirand; wî sala 1988’an înîsiyatîfa siyaseta çandî Kunst und Kampf (KuK) damezrand.
Amblem bi xwe jî weke tevgera antîfaşîst li elmanyayê heta bi salên 1920’an diçe. Sala 1932’yan grafîkerên Bauhausê Max Gebhardt û Max Keilson ew ji bo KPD’ê (Partiya Komunîst a Elman) sêwirand. Dîzayn (“xeleka sor a rizgariyê” tevî du alayên sor ji bo SPD û KPD’ê) diviyabû bihevrebûna herdu partiyan di têkoşîna li dijî faşîzmê NSDAP û Hîtler nîşan bide. Lê belê teza sosyalfaşîzmê ya komînternan ev têkoşîna hevpar sabote kir, bi wê yekê ku wê heta 1935’an di heman demê de hewl da şerê sosyal demokrasiya kapîtalîst jî bike.
Piştî salên 1970’yî li BRD’ya berê di şerê li dijî neonazîzmê de gelek komên Antifayê yên xweser û anarşîst hatin damezrandin, û wan bi awayekî hişk xwe ji KPD’ê û SED’ê dûr dikir û digot, ew bê dogma ne. Di van qewmînan de êdî amblema sala 1932’yan êdî kevin bû, Semboleke li gorî vî çaxî ya ku wê têkoşînên antîfaşîst hemûyan bihewîne, kêm bû. Bernd Langer sembola “Antîfaşîzma nû” ya salên 1932’yan bi wê yekê ku wî fikrên xweser û anarşîst (alaya reş) danî cem fikrên komunîst (alaya sor).
Îro roj ev amblem weke îkoneke navneteweyî ya têkoşîna antîfaşîst, antîkapîtalîst û milîtan e, bi tevahiya pirrengîbûna xwe bi awayekî îkonwarî ji hingê ve ew di bêhejmar variyantan de hat şirovekirin.