Qerase

Çileyê 2019’an sê failên rûnixumandî êriş birin ser siyasetvanê AfD’ê yê Bremenê, Frank Magnitz. Ew hê li nexweşxaneyê bû wî hişt ku çapemenî wêneyên birîna wî ya bixwîn bigire û hevpeyvîn kirin. Koma AfD’ê ya di Parlamena Bremenê de êriş weke “êrişa kukştinê” bi destê çepgiran bi nav kir; wê ev yek bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi lez hatî dayîn û dramatîk xemilandî kir: “Bi qeraseyekî lêdan heta ku ji ser hişê xwe çû û gava ew li erdê jî bû hê jî pê li serê wî dikirin.”
Piştî wî li tevahiya Elmanyaya Federal li ser şideta çepgir minaqeşe hatin kirin. Hikûmeta federal û siyasetvanên tevahiya partiyên hilbijartî êriş rûreş kirin. AfD keysa xwe lê anî da ku derewan bike : “Ne tenê DIE LINKE, lê belê SPD û Die Grünen jî pişta Antifa û êrişên wê digirin.” Gauland behsa “Kîndarî û lidervehiştina AfD’ê” kir û Andreas Kalbitz behsa “hewaya komkujiyên plankirî” kir.
Lê belê gava vîdeoyên kamerayên çavdêriyê derketin holê, derewên AfD’yê jî lê eşkere bûn: ya rastî ji piştê ve dafek li Magnitz hatibû xistin, gava ketî jî serê wî li erdê ket, paşê jî erişkar ji wir direvin. Ne qerase, ne pehîn û ne jî çepgir nînin. Ti carî derneket holê ka êrişkar kî bûn. Dozger got, “bi hizira me tevahiya birînan ji ber ketina erdê ne”. Çend hefteyan paşê nameyeke Magnitz a di nava AFD’ê de derkete holê, tê de ew dibêje, ji ber sedemên stratejîk wî wêneyên brîna serê xwe weşandiye da ku “mexdûrbûna di çapemeniyê de çêke”.
Me ji bo qeraseyê bi derewan 1.000 € dan Flüchtlingsinitiaitve Bremen e.V. (Komeleya Înîsiyatîfa Penaberan a Bremenê). Înîsiyatîf ji bo birbîranîn û zelalkirina kuştina Laya-Alama Condé di nezareta polîs de dixebite. Êrişî Magnitz hat kirin gava ku ew ji yekê ji çalakiyên wê yên bibîranînê diçû malê.