Qutiya boyaxa spray

Hunermenda hunerê kolanan (Street-Art) navê Polit-Putze li xwe dike. Di Hewasa xwe ya avêtina rêxa Nazî de wê sala 2007’an bêhtirî 85.600 etîketên rastgiran û bi hezaran graffitiyên Naziyan li seranserê komara federal a Elmanyayê tine kirin. Ji bo angajmana xwe ya bi dehên salan a li dijî kîna li mekanên giştî ya ji salên 1980’yî ve wê gelek xelat girtin û di nava wan de xelata Aktiv für Demokratie und Toleranz (Çalak ji bo Demokrasî û Xweşbîniyê), Göttinger Friedenspreis (Xelata Aştiyê ya Gottingenê), Xelata Silvio-Meier und Xelata Jochen-Bock hene.
Zextên dewletê jî tam berevajî vê ne, û her û her dewletê zext lê kiriye. Bi giştî 18 dozên lêpirsînê li dijî Irmela Mensah-Schramm hatin destpêkirin. Di doza ceza ya sala 2016’an a li Berlînê de dozgerê digot, Mensah-Schramm “ne poşman e, îdrak nekiriye û fonksiyona wê ya bibe mînak nîne” û ji ber wê jî li dijî “hukmê zêde nerm” yê dadgehê, doz bire dadgeha temyîzê.
Par, tam di dema êrişa li Halle de Dadgeha Sulhê ya Eisenachê cezayekî pereyan ê 1.050 euroyî bêyî tecîlkirinê lê birrî. Lewma, li ser graffitiyên kînê jî mirov binivîse û li ser wan bi sprayê boyax bike, ev jî weke zirarkirina li malî tê dîtin û ev yek dikeve ber taqîba edlî.
Bi vê qutiya boyaxa spray, wê sala 2017’an li Bautzenê ser graffitiyeke dijminê demokrasiyê, bi dilekî sor boyax kir, û polîseke di wir re dibihurî bi lez ji ber ku “wê sûc kiriye” giliyê wê kir.
Bi pêşangeha xwe ya seyar a bi navê Hass vernichtet (Kîn tine dike) ew bêhtirî 400 caran li Elmanyayê geriya. Ji bo zarokên dibistanan ew workshopên afirîner çêdike û bi wan workshopan ew angajmana xwe ya xwebexş dide van zarokan.