Vîtrîna te

Tiştên soberiyê yên Alexander Gauland ên dizî  li ber destê te hene? Tu hez ji pevçûna grafitti bi polîsê Hamburgê re li ser ekranên mezin dikî? Hûn dixwazin çend pasteyan biavêjin protestoyên rastgiran ên li ser B96’ê û bi ya te ji bo Horst Seehofer jî li devê deriyê mala wî ya li Ingolstadtê Black Lives Matterek dikare lazim be?

Me ji bo te vîtrînek veqetand! Heta 1’ê Cotmehê saet 00:00’ê çalakiya xwe ya antîfaşîst ya xiraker, ya îtaetnekirina sivîl yan jî komîk ji  deine-vitrine@pen.gg re bişîne. Heger hinek bextê te xweş be, ji kîsê dewleta Elman 1.000 €’yî tê qezenc bikî û objeya te jî wê di pêşangeha me de bê nîşandan!

Ji bilî nazî, rasîst, homofob û transfoban, her kes dikare beşdarî vê pişkavêtina me bibe. Hûn dikarin weke kom, kolektîf, komele, yekîtî yan jî ferd miracaet bikin.

Şertên çalakiyê: Çalakî divê di dema diyarkirî de li Elmanyayê pêk hatibê û li dijî faşîzmê, nijadperestiyê, cinsiyetperestiyê, homofobiyê, transfobiyê, cihêkariya li dijî kêmendaman yan jî antîfemînîzmê angaje be. Tenê protesto û çalakiyên bê şidet dikarin di pişkavêtinê de cihê xwe bigirin. Çalakiyên li jor behsa wan hat kirin, nimûne ne.

Endamên Peng! Kolektiv hemû nikarin beşdarî pişkavêtinê bibin.